Di 14’ê Tîrmeha 2015’an de, li bajarê Dirbêsiyê, Komîna Fîlm a Rojava hat damezrandin.
Gelek çapemenî, mêvan û kesên ji rêveberiya xweser mîna hevseroka kantona Cizîrê jî, di civîna çapemeniyê ya damezrandina komînê de, amade bûn.
Danezana komînê (link) hat xwendin, ev danezan armanc û taybetmendiyên komînê dide xuyakirin. Hevseroka kantona Ciz
îrê û hin xebatkarên komînê, axaftin dan.
Rojekê bi şûn de, kargeha mehekê ya jib o sînemageran, hat destpêkirin. Di vê kargehê de dê şagirt fêrî waneyên dîroka sînemayê, dîroka sînemaya kurdî, teoriya fîlm, dîmen, montac, senaryo û deng dibin. 11 şagirt cihên xwe div ê perwerdeyê de girtin.
Damezrandina Komîna Fîlm a Rojava ji aliyê hin çapemeniyê ve jî hat şopandin, tu dikarî wan jî li vê rûpelê (link) bibîne.
Dîroka roja vekirinê jî 14
’yê Tîrmehê hat hilbijartin, ji ber ku di 14’yê tîrmeha 1982’yan de, greva birçîbûnê ya li zindana Amedê hatibû destpêkirin. Di encama vê berxwedanê de hevalên me yên mîna Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, jiyana xwe ji dest dan.

Li jêrê hin wêneyên girfîtê yên Charlie Chaplin û Yilmaz Guney ên ku li saziyê hatine êkirin,hene. Her wiha wêneyên wane û çalakiyên me jî lê peyda dibin.