Tu dixwazî fîlmekî li vê derê li Rojava çêbikî? Tu cihekî di tevna fîlman de ya ku li ser bingeheke havilane dimeşe, nabîne? Ramanên te henin lê rêyên ku tu van ramanan di wan der bibirîne tune ne?

Ji bo ku hun beşdarî Komîna Film a Rojava bibin, em dixwazin ku hun bersiva hin pirsan bidin, em dixwazin hin agahiyan der barê we û karên hun dixwazin bikin, nas bikin. Ji bo vê jî 2 formên me hene ku werin dagirtin, yek ji bo kesên ku ji Rojava ne, yek jî ji bo kesên ku ji derve hatine ye. Beriya hun wan dagirin hun dikarin bixwînin da ku hun nas bikin bê em kî ne, ger heta niha we nexwendibe.